Dünya / Genel / Güncel / Kürdistan

YEKÊ GULAN A GERDÛNÎ Û VAYROSA KORONAYÊ A PANDEMÎN!

YEKÊ GULAN, Roja yekîtî, piştevanî û têkoşîn a navneteweyî yê çîna karkeran e! Di destpêkê da ew roja yekîtî, piştevanî û têkoşîn a karkerên Cîhanê Yekê Gulan pîroz be! Em hêvîdar û bawerin kû Yekê Gulan a 2020an, ji bo karkerên Cîhanê û bi taybetî jî ji karkerên Kurdistanê re, bibe sedama maf û deskeftinên aborî, civakî!

Ji seranserê Cîhanê de ji ber sedema hebûna Vayrosa koronayê xuya dike kû îsal pîroz kirina Yekê Gulanê li qadan ne pêkan be. Ji ber wê banga me ji hemû karker û kedkarên Cîhan û Kurdistanê ra ev e; bi rihê çalakdar û tekoşer a karkerên Şîlî, Parîs û Libnanê Yek Gulan a 2020an li her qadan, karsaziyan, fabrîqên û heta malên xwe de pîroz bikin! Ligel dengê girseyî ji seranserê cîhanê de pergala kapîtalîzm ê û desthilatdariyê wê yên siyasî şermazar bikin!

Yekê Gulan çiye, çawa derketibû holê?

Hûn dizanin kû, 134 salan berê li Emerîqa bi sed hezeran karker li dijî kapîatalîzm a hovîtî derketibûn û ji bo kû wexta xebatên rojane bibe 8 demjimêr û maf ê civakî yên karkeran baş bibin, dest bi greva giştiyê û serîhildanên girseyî kiribûn. Mixabin bersiva karsaz, desthilatdar û dadgehên wanan jî bi hevra êrîş, komkujî û dardakirina hovîtî bê navber demeki meşandin.

Paşiya çalakiyan bi biryara desthilatdariyê, polîsî Şîkago û çeteyên kardêran bi hevra karkerên ku di çalakiyanda bûn êrîşa wan kirin. Di encamê gule reşandina polîs û çeteyan de gelek karkerên çalakdar mirin û birîndar bûn. Lê belê li dijî karkeran êrîş nesekinîn û pêleka êrîşên berfereh hat meşandin. Bi girseyî karkeran ji kar avêtin, karkerê kû pêşengiya grev û çalakiya kiribûn hatin girtin û dardakirin.

Ligel vê yekê ji bo mafên xwe yên civakî û aborî berxwedan a karkerên cîhanê berdewam kir û encam da. Di serî da wexta xebatên rojane bû 8 demjimêr û hinek mafên civakî li Emerîqa û Ewropa hat pejirandin. Û encama girîng ji Roj a Yekê Gulan di 14ên Tirmehê 1889an de di civîna Enternasyonal a Dûyemîn de li Cîhanê wek roja yekîtî, piştevanî û têkoşîn a navneteweyî yên çînayên karkeran hate pejirandin.

Di wê rojê vir de yekê Gulan li Cîhanê de, ger bi qedexe ger jî bi azad, karker û kedkaran ew rojê li dijî kapîtalîzmê û sazûmanên wê ra pîroz dikin.

Vayrosa Korona çiye çawa derketiye holê? Kî çi dibêje bila bibêje Vayros Korona şewba ka pandemîn a gerdûnî ye û di encamê aboriya xerîdarî ya kapitalîzmê ye! Ango wekî dirûşme yên karsaz û kardêran kû dibêjin “çawa dikin bikin malan, kûtalan bikar bînîn û bavêjin û rojekî pêş da kevn bikin”! Va ye ew siyaseta karsaz û hikûmetên wan kû hemû çavkanî yên Cîhanê kirin qurbaniya aboriya xerîdarî wê demê Sînorê Cîhan a xwezayî wî barî nikarin bikşînin! Wê siyasetê him çavkaniyên Cîhanê ji bo hemû candaran diqedîne û him jî helakbûna candaran gav bi gav kûr dibe ku îro gelek candar hene tune ne û ne diyare! Belê Vayrosa Korona di vî avhewa de derket holê û demildest li seranserê Cîhanê belev bû.

Vayrosa Korona îro dorhêl li aboriya piyasa ya kapîtalîzmê dipêçe û bê bêhn dihêle lê encamên wê li ser karkeran pêk dide! Bi milyonan karker ji kar tên avêtin û tevlî karwanên betalan dibin. Betalî ji bo karkeran bûye dojeha/cahnema civakiye!

Banga me ji karker, kedkar û komunîstên Kurdistan û Cihanêra ye!

*Çawa kû karsaz, kardêr û hikûmetên wanan di niha de xwe ji bo piştî Korona amede dikin hûn jî di niha de li dijî kapîtalîzmê amedekariya fikrî, rêxistînî û têkoşerî ya xwe bikin. Em bizanibin kû bandora Korona li pergala kapîtalîzmê ne demkiye wê mayînde be. Min di pirtûka xwe ya “Kapitalizmin Tarihsel Fiziksel Sınırları” de gotibû “temenê pergala kapîtalîzmê nikare sedsala 21an derxe”! Ev sînorê pergala kapîtalîzmê îro herî zêde xuya dike.

*Karker û kedkarên Kurdistanê îro ji dû aliyan de peywirên wan ên girîng hene. Yek, di hember pergala kapîtalîzmê peywirê xwe yên rojane û dîrokî bînin cih. Dû, li hember dewletên mêtingeran de yekîtiya netewî biparêzin û peywirê xwe bi kar bînin. Em dizanin kû dewletên mêtinger îro di bin bandora Korona de car din jî ji plansaziyên hilweşandina destkeftinên gelê Kurd didomînin.

*Bi sedema Vayrosa Korona derket holê pêwiste kû terazûn a salane ya hikûmet ne ji bo çek û şeran be ji bo tendirustî û perwerdehî yê komeleyatiyê be! Û karker, kedkar di tekoşer wê pêşerojê de herî zêde li ser vî armancan bimeşînin.

*Ger karker û karkerê betal îro herî zêde vê dirûşma

Kar kar kar

Ji 6 saetî kar

Ji herkesî ra kar!

Bi hêz bînin ziman!

27.04.2020

canbegyekbun@hotmail.com

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

WordPress spam blocked by CleanTalk.