Genel / Güncel / Kürdistan / Ortadoğu

ROJEVA HEVBEŞ A BEXDA Û ENQEREYÊ; MIJARA EWLEHIYÊ KURDISTAN E!

Di nava Tirkiyeyê û Îraqê de li Enqereyê “Civîna Têkiliyên Stratejîk ên Asta Bilind” pêk hat. Bi vê serlêdana Kazimî ya Enqereyê ku di encamê de daxuyaniya du serokan bi awayekî hevbeş hat diyarkirin, mijar bi giranî ewlehî bû. Li gel ve, wezîrên derve jî piştre encamên giftûgoyan bi çapemeniyê re parve kirin. Hatina Kazimî di rojnameyan de hema bêje qet cih negirt, hin rojnameyan pêwistî bi nûçeyê jî nedîtin. Ew çima û ji bo çi hat, di bingeha vê vexwendinê de çi sebep hebûn? Daxuyaniyên hevbeş ên çapemeniyê jî ji van pirsan re nebûn bersiv.  

Di daxuyaniya çapemeniyê de Erdogan got “me bi birêz Kazimî re biryar da ku tekoşîna li dijî rêkxistinên terorê yên mîna FETO, PKK û DAEŞê bidomînin.” Serokwezîrê Îraqê Kazimî jî pêwîstî bi vê peyvên mîna “ne pêkan e ku Îraq destûrê bide rêkxistineke ku gef li Tirkiyeyê bixwe… Îraq, naxwaze bi tu dewletek cîran re tengasiyan derxîne,” dît. Di civînên çapemeniyê de hat eşkerekirin ku mijarên mîna “aktîfkirina navenda koordînasyona leşkerî ya hevbeş, Rêkeftina Şengalê, Vekirina Deriyê Sînorî yê Ovakoy ku wekî alternatîfa deriyê Xabûrê tê dîtin, zêdekirina qewareya bazirganiyê, pirsgrêka avê û hwd,” hatine rojevê. Ango bi xemilandina peyvên klasîk ên mîna “rêzdariya beramberî hev, ewlehî, yekparetiya axa welatan” re ev mijar jî hatin parvekirin. Lê belê armanca bingehîn a vê serlêdanê ne ev bûn. Mijarên bingehîn ên rojevê, bi rastî kêşeya Kurdan û mijarên li Kurdistanê bûn û ew bi raya giştî re nehatin parvekirin û dê neyên parvekirin jî. Baş e, di van mercên pandemiyê de sebeba hatina serokwezîrê Îraqê çi bû, ya rast Tirkiyeyê çima Kazimî vexwend? 

I–Hêja heşt meh berê (di 26ê Nîsana 2020an de) serokê Partiya Ummetê ya Îraqê Mîsal el-Alûsî anîbû zimên ku “li Îraqê sîstema federalî êdî rûxiyaye û pêwîstî bi derbasbûna konfederalîzmê heye.” Ango diyar kiribû ku tenê bi konfederalîzmê gengaz e formûla bihevrebûna Kurdistan, Şîîstan û Sûnnîstan bi cih were. Lewra ne tenê Kurd, herwiha Erebên Sûnnî jî ji rejîmeke ku navend di dest Şîîyan de ye nerihet in. Fişara ÎŞÎDê li ser welêt heye (jixwe hêja jî didome), li gel vê Îraq di navbeyna nasnameya Şîîparêziyê û Erebî de tengezar bûye. Hukûmata bi serokatiya Kazimiyê saloxgêr (ku ew di encama lihevkirina DYE û Îranê de bû desthilatdar), qasî ku tê dîtin Îraqê hinekî li hev bikeyskiriye. Lê belê Kazimî di demek wisa de hat Enqereyê ku di serî de mijara bajarên di nava bazinê xala 140. de, kêşeya hemî Kurdistanê, têkiliyên bi Îranê re, lêgerina li nasnameya welêt ango ew dê Ereb be an Şîî be, pirsgrêka ÎŞÎDê û qeyrana aborî hene. Li aliyê din, şikestinên bingehîn ên sereke jî hêj didomin. 

 II – Baş e, em dipirsin: Kazimî dema hat Enqereyê çi di tûrikê wî de hebû û di baxaja xwe de çi bir? Serokwezîrê Îraqê di pêvajoyek wisa de hat Enqereyê ku; di çarçoveya “şerê pevşêwrî” yê bi Tirkiyeyê re, ji ber sebebên êrîşên leşkerî yên Tirkiyeyê ku li hewa û bejayê didomin, artêşa Îraqê him dîsa vegeriya herêmên sînorî him jî vegeriya Kurdistanê. Piştî sêzdeh salan li Şingalê di dewsa ala Kurdistanê de ala Îraqê hat daleqandin. A herî girîng jî bi rêkeftina Şingalê ya ku rakêşanekê di navbeyna Kurdan de çêkir, ji aliyê leşkerî û rêvebirî ve Îraq bi merasîmek fermî di navbeyna Rêveberiya Xweser a Rojava, Şingalê û Herêma Kurdistanê de bi cih bû. Kazimî di pêvajoyek wisa de hat Enqereyê ku Îraq him di tekoşîna li dijî ÎŞÎDê ya ku bi piştgiriya DYEyê bi peş ketiye, him jî di hevsengiya Şîîtî û Erebî de rêgehê ber bi nasnameya Erebî ve vedigerîne… 

Dixwazim bêjim ku, serlêdana Kazimî ya Enqereyê ne serlêdaneka rûtîn a bazirganîyê û aboriyê ye. Di esasê armanca serlêdanê de, bi hemî giraniya xwe pirsgrêkên Kurdan û Kurdistanê hene.

Eşkere ye ku, bi vê serlêdanê di navbeyna Tirkiyeyê û Îraqê de mijarên mîna: “Ji bo pevçûna navxweyî ya Kurdan em dikarin wekî din çi bikin?”, “karîgeriya Herêma Kurdistanê ya herêmê ji alî erdnîgarî, rêveberî û leşkerî ve, em dikarin çewa lawaz bikin? (ev yek ji bo Rojava jî gengaz e)”, “bi vekirina deriyê Ovakoy, di bazirganiya nava Îraq û Tirkiyeyê de em çewa dikarin deriyê Xabûrê bypass bikin?” hatine rojevê. Kazimî, ji bo ku ew dîsa eyarê bidin armancên xwe yên hevbeş vexwendî Enqereyê kirin û bi dîtina min, ew di van armancan de bi piranî li hev kirin. Ger mirov bi hûrgilî li vê yekê binêre, di warê armancên hevbeş ên her du dewletan de ev mijar dertên pêş:

Di navbeyna Tirkiyeyê û Îraqê de hin mebestên hevbeş û resen hene. Xwesteka resen a Tirkiyeyê jixwe zelal e: Pakijkirina Xeta Qendîl, Şingal û Qamişlo qaşo ji “terorê”! Lê, di armanca Îraqê de bicihbûna konkret a li Kurdistanê û herwiha çavtirsandina Erebên Sûnî yên ku xweseriyê dixwazin heye. Em werin ser armancên hevbeş ên her du aliyan ku ew qet nayên guhertin: Dixwazin Rêveberiya Kurdistanê ji rewşa federatîf a ku xwediyê artêşek cihê ya pêşmergeyan, têkiliyên derve û aboriyek serbixwe be derxînin, gav bi gah wê vegerînin rewşa xweseriyek klasîk. Herwiha bo rasteqînkirina van armancan, ew dixwazin “navenda koordînasyona leşkerî ya hevbeş” ku berê hatibû damezrandin lê hatibû taloqkirin, dîsa bikin meriyetê. Bi vî awayî him Tirkîye dê derfetên tevgera hevbeş a bi artêşa Îraqê re li Kurdistanê qezenç bike, him jî dê kirasê fermiyetê li operasyonên leşkerî yên li Kurdistanê bike. Li hember kî? Li hember Kurdan û destkeftiyên wan. Ango armanc ne tenê PKK ye, armanca sereke dijiyatiya li hember rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ye!

Lewma, gava Tirkîye û Îraqê li ser maseyekê giftûgo pêk anîn, biryar dan û gotin ku wan “karên baş li Herêma Kurdistanê bi cih anîne, sekin tune ye, rêwîtî didome!” Dema mirov armancên hevbeş û resen ên Îraq û Tirkîyeyê digre dest, tê dîtin ku her du alî beramberî hev spasdar mane. Kazimî bi van encaman vedigere welatê xwe.

III–Rûsyaya rewşparêz û mêtingehkarên din bernameyek wiha li Rojava jî pêk tînin. Stratejiya wan zelal e û bi rastî li her du parçeyan jî heman tiştî dikin: Dixwazin Herêma Kurdistanê ber bi xweseriyek klasîk ve vegerînin û wê ji armanca serxwebûnê qut bikin, herwiha Rojava jî bêstatû bihêlin, ji bo sîstema federatîf a heyî bi fermî pêk neyê astengan derxînin, bi vî awayî jî “çareseriyek” tenê bi mafên çandî sînordarkirî bidin qebûlkirin.

Stratejiya rewşparêz û mêtingehkaran a derheqa Kurdistanê de ev e. Divê siyasetmedarên Kurdistanê jî bêyî ku dem derbas bibe stratejiyek guncav bidin pêşiya xwe.

Li Rojava, di leystika di pêşengiya Rûsya de ev plan tên meşandin. Rûsya, bi polîtîkaya xwe ya “bila ne kin bimîne, ne jî dirêj bibe”, herêma Şehba û Efrînê ji rêveberiya Kurdan sitend û da Tirkiyeyê, niha jî dixwaze Eyn Îsa dide Sûriyeyê. Bi heman polîtîkayan û bi destûra DYEyê Serêkaniyê û Girê Sipî ji rêveberiya Kurdan hat qutkirin. Ger rewş wiha bidome, di destê Kurdan de tenê dê çola Ereban bimîne!

Bi kurtî, stratejiya mêtingehkaran zelal e û ji bo ku ew vê stratejiyê pêk bînin rê û şêwazên curbecur bi kar tînin. Berî her tiştî jî dixwazin hin xalên nakok ên nava siyaseta Kurdan biqeşêrin û bi hin taktîkên cihê wan tûşî şerê birakujiyê bikin! Ev demek e ku zorê didin vê yekê û dê bidin jî. Lewra, ji bo têkbirina destkeftiyên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, ji bo ew bigihîjin mirad û meqsedên xwe brakujiya nava Kurdan çekek bêhempa ye ji bo wan! Seba vê yekê, bi hemî rê û amrazan Kurdan li şerê navxweyî sor dikin.

IV-Siyaseta Kurdan divê li ser kîja stratejiyê were meşandin?

-Tevgerên demokratîk û netewî yên Kurdan li çar parçeyan û li dîasporayê, bi nêrîneke hevgirtî divê ewil li destkeftiyên Herêma Kurdistanê û Rojavaya Xweser xwedî derkevin. Divê her du parçe û destkeftiyên wan, ji hev re wekî temamkerên hebûnî werin dîtin û parastin. Lewra yek ji ya din re, ji aliyê heyberî ve palpişt e û kozika parastinê ye. Partiyên siyasî divê van rastiyan bigrin ber çavan û rewşa xwe ji nuh ve diyar bikin.

-Li Rojava diyaloga Kurdî-Kurdî, di heman demê de bi rakêşana Kurdî-Kurdî ya li Herêma Kurdistanê re nameşe, dê nemeşe jî. Lewma jî, herî dawî Îngilîzan jî pêçiya xwe xistin nava meseleyê û gotin “bila PKK ji herêmê derkeve”. Ev vegotin çareseriyê nayne, Ev yek him dê pirsgrêkan kûrtir bike û herwiha dibe ku bibe sebebê brakujiyê jî. Çareserî ev e ku divê hemî hêzên çekdar û sivîl ên li Herêma Kurdistanê, hukûmata herêmê û qanûnên wê qebûl bikin. Ango polîtîkaya çareseriya arîşeyan a bi diyalogê ku Kurd bi Kurdan re li Rojava dimeşînin, divê li Herêma Kurdistanê jî were sepandin.

-Xebatên yekitiya netewî yên li Rojava, li çar parçeyên Kurdistanê divê wekî haveynê hevgirtin û yekitiya netewî werin dîtin û werin piştgirîkirin. Hemî hêz ji pengavên ku dê zerarê bigihînin yekitiyê, divê bi teqezî dûr bisekinin.

-Û merc çiqas “lêferzker bin”, sîqilandin çiqas bi hêz bin jî, divê siyaseta Kurdî ji brakujiyê dûr bisekine. Lewra bi destpêkirina brakujiyek gengaz, gelê Kurd dê li aliyên “mafdar” an jî “sûckar” negere û dê lanetê li hemî aliyan bîne.

  1. 12. 2020

canbegyekbun@hotmail.com

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

WordPress spam blocked by CleanTalk.