Genel

QADA KU EM HERÎ ZÊDE XIZANÊN; WÊJEYA KARKERAN E!

Di serî da dixwazim viya bibêjim; wêje û huner di têkoşîna şoreş a karker û kedkaren de cîhê wanan zor girînge. Ji ber ku wêje, hunerî û siyaset di pêkhatina soreşê da hevûdû temam dikin. Rola wêje û hunerî ev e, di dema ka dûr û dirêj de wek hêdî hêdî û bi nermî bingeha şoreşê ava dike. Anku li ser wî bingehiyê de siyaset jî rola xwe dilîze.

Wek mînak, heger 100 an jî 150e salî vir de wêje û hunerî ya Rûsiyan a humanîst, demokrat û çepgirî bingeha soreşê ava nekirîbûna Bolşevîkan şoreş a sosyalist ya Cotmehê nikaribûn pêk bihaniya na. Sal 1900, li Rûsya yê ji 100 sal wir da wêje û hunerî ya şoreşkerî vîna derxistibû holê; ji Rûsya yê şoreş ê pêk were û pergal a Çar yê hilweşe. Lê paşiya pergal a Çar de kîjan pergal dê ava bibe? Ev e bersiva wê pirsê mijara rola siyasetî bû. Û Siyaset û rêxistinên Bolşevîkan jî rola xwe baş leyîstin.

Mixabin di 30, 40 salan vir de ji hêla wêje û hunerî de trend a serwer “huner ji bo huner e”. Ji bo vê di 1990an piştre di navbera gelê Kurd de bi taybetî jî di navbera gelê me yên Bakûr wekî Yilmaz Guney, Cigerxwînekî nû negihîşt! Li Cîhanê jî wekî mînak Nazim Hîkmet, Bertolt Brecht, Lev Tolstoy, Maksim Gorkî, Pablo Neruda hwd negihîştin. Çima?

Yekem; Mixabin ji felsefê heta îdeolojî û aborî de anku ji her tiştî de wek postmodernîstan ku digotin û hîn jî dibêjin; “divê wêje û huner ji dûrê bîrdoziyê(îdeolojîyê) be”. Lê belê em dizanin ku ew gotin bi serê xwe helwesteka bîrdoziyê ye û qet tu tiştek jî bi bê bîrdozî û felesefê nîne û nabe jî.

Duyem; Wekî em hemû dizanin ku ji cîhanê û Kurdistanê de, hemû wêjemend û hunermendên hêja û girangbûha; di navbera pêl û şepêlên şoreşkerî yên mezin ên karker, kedkar, jin û ciwanan de têgîhîştîn. Vaye 30 salên pêlên têkoşîna gelan ên şoreş geş nabin ji ber vê yekê wêjenas û hunernasê hêja yên nuh jî tênagîhîjin.

Em dizanin ku, kedkar û gelê bindestan, hêlekî da  tişt û obje yên wêjenasîyêne. Ji bo wê heger hebûn û ya girîng jî têkoşîna wanan tine be wêje jî rû nade. Hêleka din da jî ger karker û kedkar bibin kirdeyên wêjeyê ên endemîk/organik. Duh jî û îro jî mesele ya girîng ev e ku di navbera karkeran da wek wêjenas û hunernas têbigîhîjîn.

Û em bawerin ku li Şîlî heta Lubnan de vaye saleke pêla têkoşîn ya karker û xîzanan ku berdawam dike ev ê bingeh a wêje û hunerî ya ku ji bo gelan û karkeran ê hiberîn bike yên cardin hêz bike.

Sêyem; Îro di hêla bîrdozî, teorî, felsefe û wêjenasî de ger em ax û erdan nûh de bikolînin… Vayrosa Korona ev mesele bi kûrahî da ber siyasetvan,  wêjenas û felsefevanan. Kerem bikin û me hemûyan ê ku dibêjin “huner ji bo huner e” ji vanan xelas bikin.

Em vegerin Kurdistanê. Bi kurtayî mesele ev e; ji Kurdistanê û bi taybetî jî ji Kurdistan a Bakur de çîniya karkeran heye û her roj jî bi hêz dibe (tenê li bajarê Dîlokê dora 400 hezar zêdetir karker hene). Min ji beri vî 20 salan bi navê “Kürdistan İşçi Sınıfı/Çînayetî ya Karkerên Kurdistan) pirtûk nivîsandibûn. Anku karker hene lê belê wêje ê hunerî yên karkeran gelek qelse. Ewqas ku bi nêrîna çînayetiyê wêje û huner heye an tunneye ne diyar e.

Helbet mijara wêje û hunerê tenê ne pirsgirêkên karkerane. Talan kirina xwezayî û derûdor,  pirsgirêkên cotkaran û ên xwandevanên zanîngehan…. Angu li ser pirsgirikên hemû bindestan rexnekirina kapîtalîzmê mijara wêje û hunerî ye.

Ji dîrok a Kudistanê de li serî da du xetê wêje û hunerî hebû.

Yek, ji Ehmedê Xanî vir de xeta netewiye û heta îro jî gav bi gav geş dibe.

Du, xeta çînayî an jî çepî, çepgiriyê ku ew jî ji Feqiyê Teyran vir da heta îro car caran hêz bûye carna jî gels bûye. Îro hem ji Kurdistanê û hem jî ji Cîhanê de ronakbûneke nûh pêwîste.

li şuna encam;

“Şano di serî da kilama Dithyrambos bu. Kilama ku mirovê azad li hewa vekirî da digotin. Şênahî/Qernaval. Paşiyê da ku çînî ên serwer bûn xwediyên şanoyan, dîwarê cudahî honandin. Pêşiyê de ê lîstikvan ji temeşavanan veqetandin, mirovan dabeş kirin. Şênahî xilas bû. Wek duyem, listîkvan û gernasên baş ji girseyê veqetandin. Doktrînvanî a îslehatxwazê dest pê kiribûn.

Mirov ên bindest niha xwe ji nû ve azad dikin. Careka din şanoya xwe çêdikin. Ruxandin a dîwaran pêwîste. Di serî da temeşavan liviyan. Şano ya Nedîtbar, Şano ya Forûm, Şano ya Hêma. Wek duyem, bi desti leystikvan û kesan de maldarî a taybetî ji civatî bi dervekirin. Ev ji pergala jokerane.”(Augusto Boal, Ji Peru Şano ya Gel)

26.05.2020

canbegyekbun@hotmail.com

————–0————-

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

WordPress spam blocked by CleanTalk.