Genel / Güncel / Kurdî / Kürdistan / Tarım

PIRSGIRÊKÊN MEZIN LI BENDA KARKERÊN DEMKÎ YÊN KURDISTANÊ YE!

Vaye dem hat, bi sed hezeran karkerên demkî ji bo şopa parîkî nan bi tevlê zar û zêçên xwe car din dikevin rêyan û koç bikin biçin bajarên Tirkiyê! Ji seranserê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê de, li ser milên karkerên demsalî de barê giraniyê yên herî mezin li ser karkerên demkî yên Kurdistanê ye!

Eşkere bû ku dewleta Tirkiyê di vê rewşa awerte ya Vayrosa Korona (Covîd-19) de xebatê ji karkerên demkî ra qedexe nake. Mixabin  karkerên demkî jî naçarin wê bişoxilin. Em hemû dizanin ku hikumeta AKPê jî ji bo karsaz, karmend, tacir û bazirgana ra pakêta alîkariya aborî vekir lê belê ji karkeran ra û bi taybetî jî ji bo karkerên demkî ra qet tiştek negot!

Hikumet ji karkerên demkî ra nabêje ku “hûn îsal neçin şoxil, belê ji bo we xetere ya mezin a vayrosa korona(Covîd-19) he ye û ezê ji we ra alikariya aborî bikim.”

Belê çi dibije?

Dibije ku “herin bişoxilin lê belê hûn wek salên borî de ji otobusa 15-20 kes suwar dibûn îsal divê 10 kesan derbaz nekin”.

Wekî din jî dibêje ku, “derketina derva him ji bo dapîr û bapîran ku yên salên wan li ser 65an da ne him jî ji bo zarok û gencên ku yên salên wan di bin 20an da ne. Hûn vana îsal wek salên borî nikarin bi xwera bibin şoxil.”

Ango hikumet bi eşkera dibêje “Karker bi zar û zêçê xwe ve bi tevahî ev sala nikarin biçin şixul”. Ji xwe karkerên demkî ji neçariyê nebe piraniya wan bi kamyonên hilgir, di nav pîkapan û li ser traktoran li ser hevu du ango di şertên herî giran de wê nexwazibin biçin şoxil!

Di hêlekê da ew biryarên hikumetê başin lewra şoxila kal û pîran û zarokan ne bi mirovahî ye jî ujdanî ye. Lê belê heger hikumet ji bo karkerên demsalî alîkariya aborî neke bersiva van biryara tunne ye û bingehên wan vala ye. Ji bo wê jî ew biryarên hikumetê ji karkerên demkî ra gelek astengiyan derdixe holê. Lê bele astengî û pirsgirêkên wan evana tenê nînin.

Bi kurtayî pirsgirêkên wan evana ne:

Yekem; meseleyên karkerên demkî yên herî girîng, di navbera salekê da sê an çar an jî şeş mehan divê bişoxilin. Heger neşoxilin wê salekî birçî bimînin! Çawa? Ji ber ku erd û bexçeyên wan tuneye. Ji ber ku karên wan ên mayînde tuneye. Ji ber van sedeman naçarin û dê û bab, bapîr û dapîr, zar û zêç bi tevahiya malbata xwe ve her sal diçin dişoxilin. Em dizanin ku li cihê şoxil de tu derfetên wan yên sitareyê û ewlehiya civakî tuneye. Bêçare ne. Di nav konê naylonên qirêj de malbat hemû 10-15 kes bi hevra dimînin û wiha dijîn.

Duyem; ji bo tenduristiya wan qet tu bergirî nehatiye girtin û parastina wan jî tune ye. Ava wan a paqiş tune ye. Avdesxane pirsgêrêkeke mezin e. Heke nexweş bikevin, ne derfetên wan ya derman heye ne jî çûyîna wan ya nexweşxaneyê heye. Rewşa wan pir zehmet e.

Li Çukurovayê herî zêde bi germahiya hewayeke şê mirov nikare bêhn bistîne. Lê belê li bazarên Kurdistan wek Ruha, Mêrdîn, Amed, Dîlok hwd. de vêcar mirov di germahiyeke hişk a zêde da nikare bêhna xwe bistîne.

Sêyem; sibê zû di berbangê da demjimêr 6an da dest bi şoxil dikin heta êvarê demjêmêr 6an an jî 7an û 8an dişoxilin. Yanê 12e, 13e, 14e demjimêr dixebitin. Bi çi dişoxuilin? Herî zêde roja wana bi 75 lîreya Tirkî ye.

Wiha ye, karkerên demkî di bin van şert û mercên giran de dişoxilin. Qet bergirîyên vanên ciwakî, aborî jî tune ne.  Li bajarên Tirkiyê hêzên nijadperest her daîm êrîşê wan dikin.

Wiha ye, di sedsala 21an de rewşa karkerên demkî yên Kurdistanê ev e! Di bin bandora van şert û mercên giran da karkerên demkî her sal çarneçar dişoxilin. Li îsal ku di seranserên bajarên Tirkiyê û Kurdistanê di bin xetere ya Vayrosa koronayê (vîrusa Covîd-19) da ne û şoxil ji bo wana metirsiyeke mezin e. Dorgirtin ne pêkan e. Derfetên dest şûştinê û xwe pakkirinê tunne ye. Wê çawa bişoxilin?

Çare ewe ku bi zûtirîn demê da hikumeta Tirkiyê ji bo karkerên demkî pakêteke aborî veke. Ango pirsgirêkên wan ên aborî û komelayetî gelek girantirin.

Çare, gava ku karker herin nav erd û zeviyan, ji bo paqijiyê, mask, lepik û weke dezenfektan îmkanên hîjyenê were çareser kirin. Divê daxwaziyên karkeran yên avdestxane, cihê serşûştinê û weke ava paqiş çareser bibe.

Çare ya herî girîng, di destê rêxistinbuyî ya karkeran de ye! Çare bandora xwe li ser rêxistinên xwe yên pîşeyî/meslekî zêde bikin. Çare li dijî rejîma kapîtalîzm a kolonyalîst de rêxistinê xwe ya siyasî îro bêhtir bi hêztir bikin!

11.04.2020

canbegyekbun@hotmail.com

 

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

WordPress spam blocked by CleanTalk.