Emek / Genel / Güncel / İşçi / Kürdistan / Sendika / Sınıf Hareketi

DI KURDISTANÊ DE RÛDANÊN SIYASÎ YÊN DAWÎN Û KARKER!

Di vê nivîsa xwe da ezê bi kurtahî li ser geşedanên siyasî ên dawîn û li ser karkera bisekinim. Anku li çar parçeyên Kurdistanê de çi di radar a siyasetê de xuya dike an derkitiye pêş emê bi kurtahî li wana binêrin.
Yekem; Meha Adarê ji dîroka gelên Kurdistanê de meha şîn û şahiyê ye! Di meha Adar de Şîna me yê herî mezin komkujiya Enfalê ye. Di serîda em hemû şehîdên Enfalê bi giramî bi bîr tînin. Û sazûman a Saddam û yên ku tiliya wan di vî jenosîtê da hebun em wan hemuyan bi tûndî şermezar dikin.
Divê em zanibin ku bê dewletbûyîn berdewam be xetere ya jenosîda nû pêşeroja gele Kurd da heye.
Duyem; Demeke nêzîk de rewşenbîr û siyasetmedareke qedirbilind Mistefa Selîmî di girtegeha Îran ê fersend dîtibûn û reviyabûn hatibûn jûra (odeya) welatê xwe yên din ango Kurdistan a Başûr!
Mixabin hêzên ewlekarî yên ku giridayî YNKê bûn, Mistefa Selîmî radesê Îranê kirin. Em wê radest kirinê û helwesta qirêj rûreş dikin. Û ji bo darvekirina Mistefa Selîmî jî nalet li rejîma Îranê dikin
Banga Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin demildest ên kû Selîmî radestê Îranê kirine bên darizandin.
Sêyem; Di demake nêzîk de pêvajoya hevdîtinên TEVDEM û ENKSê dihatin birêvebirin û li dijî Vayrosa koronayê de jî ji bo Rojavayê Kurdistanê piştgiriya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî gavên gelek baş bûn û di navbera siyaseta herdû parçeyan de têkiliyên germ çêdibûn. Mixabin dagirkeran bi lez û bez destên xwe yên qirêj car din xistin nav siyaseta Kurdan û meselaya herêma Zinê Wertê derxistin holê. Mesele ya herema Zinê Wertê mesleyeke siyaseta Kurdan a nav xwe ye. Dikarin di navbera wxe de çareser bikin. Divê ev mesele di navbera partî û rêxêstinên Kurdan de nebe sedema rakêşî û dijayetî an jî xwe vekêşandina çareseriyan. Lê belê roj roja nêzîkbûyîn û piştgiriya hevûdû ye. Roj roja li dijê fen û faqên dewletên dagirkeran de pêkanîna yekîtiya netewî ye. Banga me ji Birêz Mesud Barzanî re ye, ji bo çareserkirina pisrgirêkan demildest dest bide ser meselaya Zinê Wertê û hwd.
Çarem; Îro ji bo gelê me meseleyeke siyasî ya din a girîng jî ev e, Hikûmeta AKPê di qanûna înfazê de ji bo girtî û mehkûmên Kurdan re helwesteke cudakar an jî dabeşkar pêk anî. Hemû kujer û bi taybetî jî kujerên jinan, dizek, dest dirêjkerên zarokan, serkêşên firokerên mewadên hişberan û hwd berdan. Lê belê girtiyên kû ji ber xebatên xwe yên siyasî, ji ber nivîskariya xwe û ji ber fikr û ramanên xwe hatine girtin û cizakirin ji wan qet kesî/ê jî guhertinên qanûna Înfazê feyde nedîtin, û nehatin berdan. Ev li dijî pîvanên hikûqa wekheviyê ye û li dijî rêkeftina hiqûka navnetewî ye. Em şermezar dikin û dibêjin kû Hikumeta Tirkîyê di helwesta Komara xwe yê sed salî û virda meşiya û ji girtiyên Kurdan ra got “hûn ê xuşk û bira, dê û bab, zarok, dapîr û bapîr û yar a xwe nebînin!
Em wê biryarê şermezar dikin. Çawa kû Hikumeta AKPê li dijî Kurdan siyaseta Komara nijadperestî ya sed salî meşand divê em jî qet vê helwesta wan jibîr nekin.
Banga me ji karker û kedkarên Kurdistanê ev e;
Ew her çar mijarên siyasî ji bo we weke meseleyên we yên nan, birçîbûn û betaliyê girîng e. Hûn çawan xwedî ji meseleyên xwe yên çînî û civakî derdikevin, pêwîste kû hûn meseleyên me yên netewî jî ewqas xwedî lê derkevin. Pêwîste kû hûn îro li ser van mijarên siyasî û hiqûqî re nerîn û helwesta xwe zelal bikin. Xwedî li girtiyên siyasî ku piraniyên wan jî bi dengê we hatibûn hilbijartin derkevin. Xwedî girtiyên nivîskar û rewşenbîran derkevin, evana ji bo doza we, ji bo doza wekheviyê û azadiyê di hundir da ne! Pêwîste hûn li ser bûyera Zinê Wertê de kû îro bûye sedema dijayetî û dûrketina di navbera partiyên Kurdistanê derketiye di vî meseleyê da agahdarbin û xwediyê helwest bin. Pêwîste ewên kû Mistefa Selîmî radestê rejîma Îran kiriye hûn wan bi eşkere rûreş bikin. Pêwîste kû îro herî zêde hûn, karker û kedkarên Kurdistanê xwedî li nêzîkbûna siyaseta Kurdistana Başûr û Rojava derkevin û biparêzin.
Belê, şev û roj karsaz, karmend û berdevkê wan ên siyasî ji wera dibêjîn kû “bi siyasetê eleqedar nebin. Hûn li nan û karê xwe binêrin”! Lê bele ew gotina wan bi tena serê xwe siyaset e. An jî karkeran ra dibêjin em siyaset bikin hûn jî me ji wera çi got ewî bikin”.
19.04.2020
canbegyekbun@hotmail.com

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

WordPress spam blocked by CleanTalk.