Dünya / Emek / Genel / Güncel / Kurdî / Sınıf Hareketi / Sosyalizm

COVİTT-19, QEYRANA KÛR A KAPÎTALÎZMÊ, YA ŞARISTANIYA WÊ Û YA TEVGERA KOMUNÎST…

I-Hun nikarin bi peyva “kapîtalîzm pak e, lê çavkaniya hemî xerabiyan neolîberalîzm e” kapîtalîzmê xelas bikin!

Piştî ku Sîstema Sosyalîst rûxiya du angaşt hatin pêşkêşkirin: “Dawiya Dîrokê” û “Pevçûna Navbeyna Şaristaniyan!” Francis Fukuyama di teza xwe ya “Dawiya Dîrokê û Mirovê Dawî” de, bi peyva “rawestgeha dawî ya şaristaniya mirovayetiyê” kapîtalîzm û polîtîkayên wê yên aboriya lîberal pênase kiribû.

Lê, wî di demeke kurt de poşman bû, xeletiya xwe pejirand û bi şûnde gav avêt.

  1. Huntington jî angaşta “trenda şerê serwer ê sedsala 21. dê ne nakokiya navbeyna çînan be, dê Şerê Şaristaniyan be,” parastibû. Bi vê tezê re û bi afirandina teoriya “cengên bi wekalet ên di sêkoşeya Efxanistan-Misir-Ûkrayna de 30 sal in didomin” re, xwestibû şerê çînî bixe bin sîberê.

Îroj bi felaketa Covît-19 re, kapîtalîzm ji hemî eniyan ve ketiye navenda niqaşên rexneyî û lêpirsînê. Ekonomîst û siyasetmedarên kapîtalîst bi xuroşî ketine pey xelaskirina kapîtalîzmê û dibêjin “kapîtalîzm pak e, çavkaniya hemî xerabiyan neolîberalîzm” e!

Serokê DIW ê Elmanî Fratscher got: “Bi belavbûna qeyrana Koronayê re, em dikarin bêjin ku mîxê dawî di darbesta neolîberalîzmê de hat kutandin!” Û wiha pê de çû: “Em niha dibînin ku gava li me dibe pêsîrtengî, dewlet dibe dermanê dawî! Di qadên serekede, êdî ne pêkan e ku bazarên serbest bi serê xwe fonksiyonel bin.” Ev peyv çiqas balkêş e, ne wisa!

Li Elmanyaya ku 40 salan neolîberalîzmê sepand, bi zelalî bang ji bo vegera li polîtîkayên aborî yên Keynesvanîyê tê kirin. Ev bang, wekî yek ji lêgerînên senaryoyên gengaz e ku bi maneya “sebeba rûxandina aboriya dinyayê ya êdî nadome, di encama çend deh salên qeyranên mezin de dê pêk were” derketiye pêş. Dixwazin ji bo xelasiya kapîtalîzmê neolîberalîzmê bikin qurban!…

Baş e, sê qeyranên kapîtalîzmê yên bi pandemiyê kûrbûyî, dikarin di şertên kapîtalîzmê de bi derbasbûna polîtîkayek din a aboriyê an jî di dewsa polîtîkayên neolîberal de bi Keynesvaniyê werin rawirandin? Qethen û bîla! Lewra kapîtalîzm bi xwe qeyranê diafirîne. Berdêla vê yekê jî ne tenê neolîberalîzm, divê kapîtalîzm bi xwe bide û dê bide jî.

II-Kapîtalîzma naşibe civakên xwediyên milkiyeta taybet yên berê, ew civakek welê dînamîk e ku li ser bingeha mezinbûna bêmawe ye. Ger mezin nebe, dê birûxe! A herêna ev e. Lê di demeke ku Gerdûn ji mêj ve ye gihîştiye tuxubên çavkaniyên xwe yên fîzîkî û êdî mezin nabe de, Covît-19 ev yek bi qeyranê re anî rojevê ku barê aboriya kapîtalîst a li ser bingeha civaka mezaxî civak nikare hilgire. Kapîtalîstno! Begno! Mijar ew qas zelal e! Ger em bi şênberî li her sê qeyranên binyadî ku bi Covît-19 re girantir bûne binêrin:

a)-Qeyrana kapîtalîzmê ya hebûnî ku her diçe kûr dibe…

Qeyrana ku di qerdûna me de tê jiyîn, ji qeyrana aborî bêtir kriza hebûnî ya kapîtalîzmê ye.

Di bingeha borana kûr de; pirsgrêkên ji felsefeyê bigre heta hunerê, ji teknolojiyê heta aboriyê, ji siyasetê ta bigihîje rêkxistinan, ji netew-dewletan heta malbata kakilî (biçûk), ji dewletê heta bêdewletbûnê, ji civaka biçîn heta bêçînbûnê, ji demokrasiyê heta civakên nedemokratîk, ji milkiyeta bi sînor heta milkiyeta bêsînor a ku cazîbeya xwe winda dike… van hemî arîşeyên derbasang cih digrin.

Ango di qeyrana ku tê jiyîn de, nakokî, hemî pirsgrêkên têkel û zengîn ên rêwîtiya ber bi civaka komunîzmê ya ku dê çand serdest be dihundurîne.

Kapîtalîzm, di destpêka sedsala 21. de bi kirûyên xwe yên hebûnî qeyrana mabûna di “navbeyna dêr û mizgeftê” de dijî. Kapîtalîzm di wê astê de ye ku; ekonomiya bazarê ya ku hişmendiya civaka mezaxî ya “bikar bîne û bavêje!” diafirîne, bi kirûyên xwe yên hebûnî yên mîna dewletê, malbatiya kakilî (biçûk), çîna karkeran û disîplîna modernîst re, ne dikare bihevre bimeşe û ne jî dikare veqete! Borana hebûnî ya kapîtalîzmê, eynî ji van kirûyan geş û xurt dibe, herwiha kûr jî dibe. Covît 19 lezê dide vê pêvajoyê. Ji bilî vê, “kapîtalîzm heta niha di cihê ku di bin qeyranan de bimîne, dijraberî vê bi gelemperî adapte dibe û bi mûtasyonê diguhure.” Lê êdî di gelek tezan de tê gotin ku ew êdî di warê adaptasyona qeyranan de jî gihîştiye tuxubên xwe yên herî dawî.

Covît-19 li gel kapîtalîzmê, di seranserê gerdûnê de mirovayetiyê jî di şêmûkeke krîtîk de, bi hebûn an tunebûnê re rûbirû hişt. Ne tenê jiyana însên, kortala jîngeha mirovan û habîtata wan a çandî-civakî-aborî jî kiriye armanc. Kî wiha kir? Neyarê me yê xedar ku nayê dîtin dê ji ku ve, çewa û kengê êrîş bike. Ango Covît-19! Di kîja civakê de? Di civaka kapîtalîzma gerdûnî de ku qaşo aborî serdest e!

b)-Di nava hebûnê de xizaniya kûr: qeyrana şaristaniyê…

Sazûmana kapîtalîst bi rastênheva geşedana xwe re, gihîştiye qewareya hilberîneriya zengîniyek madî ya awarte. Lê heman civaka kapîtalîst, xizanî û birçîtiyek wisa afirandiye ku jiyana civakî ya milyar mirovan veguhestiye dojehê. 1.5 milyar mirov, niha betal, xizan û birçîne! Û mirovayetî ji aliyê manewîyatê de jî yekemcar e ku dibe mîna erda bejî.

Di okyanûsa zengîniya madî ya ku bi alîkariya pêşketina fewqulade ya Mêjiyê Çêkirî pêkhatiye de; seriyên mezin ên li ser bedenên ji birçîna lawaz, tasa çavên mezin ên hêwlnak, zarokên ku tenê bi zikên xwe yên nepixî balê dikşînin, zêdebûna rêjeya xwekuştin û mirinê! Ha ev e rûreşiya kapîtalîzmê! Şikestina deqa mirovayetiyê ev e! Û ev yek qeyrana şaristaniyê ye! Li hember vê tabloyê mirov dikare tenê tiştekî bêje: Lanet were li zengîniya ku hun diafirînin!… Hezar car lanet be li qaşo Dahatûya we ya Netewî ya Nesade!… Qeda li asta bilind a hêzahiya we ya lêzêdebûyî keve!… Lanet be li rêjeya we ya salane ya mezinbûnê! Li çekên we yên pir pêşketî!

Ji bîr nekin ku “dinyayek birçî, pir bi xetere ye. Sê rê li ber mirovên ku xurek bi dest wan nakeve hene: Raperîn, koçkirin û mirin!” Xebatkarên ku di dema xwarinê de Macron dorpêç dikin wiha dibêjin: “Ger ji bo feqîran nan tune be, dê ji bo zengînan jî aramî pêk neyê!” Bertekên gelê Şîlîyê ku dibêjin “heke ji bo xizanan nan tune be, ji bo zengînan jî aşîtî nayê sepandin” û agir berdidin avahiya saziyê. Ev nûçegihanên dahatuyê ne!

c)–Xweza, li Avustralyayê qeyrana ekolojîkî di nava çavên mirovayetiyê de qûç kir!

Nakokiya Kapitalizmê tenê ne bi çîna karkeran, herwiha bi mirovayetiyê û xwezayê re jî her diçe mezin dibe. Kapîtalîzma ku bi xwe re xwezayê û mirovayetiyê jî ber bi tunebûnê ve dibe, zorê dide tuxubên fîzîkî yên dinyayê jî. Covît-19, vê nakokiyê zelaltirîn raxist ber çavan.

Destwerdana viyanî ya burjuvazî ku bi neyartî destwerdanê li werariya gerdûnê dike, ahenga ekolojîk a xwezayê xera dike. Xweza li cihê ku werariya xwe bijî, bi rêjeyek siftî rûbirûyî destwerdanê dibe. Vê mudaxeleya bi neyartî, tendurustiya dinê, hevsengiyên wê yên hundur û derve xera dike û dibe sebebê bilindbûna germahiyê û nexweşketina gersitêrka me. Ji mêjve ye bûye jî!

Mirovên zanistê pir ji zû ve ye ku dibêjin; havînên dirêj, germ û ziwa dê bi ser me ve bên û ev yek dê bi hêsanî bibe sebebê şewata qadên çandiniyê, zêdebûna bûyerên agirpêketinê û şewatên mezintir.

Xweza li ber mirovên ku mîna keleşekî riya wê birîn, ji Avustralyayê bertek nîşan da: Felaketên mega pêk anî! Wê di van salên dawî de bi sosretên herî mezin “qerta sor” şanî  serkarên sazûmaniya milkiyeta taybet û mirovahiyê da û got “lingê xwe zêde dirêj neke!”

Daxwaza me ev e: Gava mirovayetî ji pişt deriyê qarantînayê derket, bila li xwe mikur were, serê “çeka serdariyê” ango teknolojiya ku pir pê bawer e li dijî xwezayê daxîne û destê dostaniyê dirêjî wê bike.

Covît-19 dibêje: “Ey mirovayetî, ev dinya tenê ne ya te û bavê te ye. Tu ne efendî yî û candarên din ne emirqûlê pepûkê pêdiviyên tene! Çewa ev hawirdor ya te ye, herwisa ya şebşebok, sipî, mişk, mar, gergedan, Caretta caretta, Pilingê Sûmatra û hwd. hemî candarên koka wan qeliyaye, an hêj dijîn û ya hemî mîkroorganîzmayan e. Ger tu vê rastiyê qebûl nekî û li hember candaran hurmetkar tevnegerî, cihê veşartinê jî dê bi dest te nekeve!” Ango, gerdûna me û candarên ku parçeyek organîk in ji hebûna wê, ne ku tenê sepandineka kapîtalîzmê, lê nikarin hebûna wê hilgirin êdî. Balkêş e ku, gava Covît-19 mirovan qewirand hundur, me dît ku candaran û hemî gerdûnê nefesek aram girtin. Kesê bi navê Abdullah Aysu wiha dibêje: “Piştî em ketin pişt deriyan, dinya hinekî hate xwe, çavên xwe vekir. Gelek ajalên kûvî hatin heta nêzîkî me. Ew heta kuçeyên me hatin, ketin qadên ku me ew terk kiribûn. Dema ajalên kûvî heta kolanên me hatin, em ji ber sûcên xwe yên me kiribûn an nekiribûn hatin hefskirin.”

III- Ji aliyên teorîk, îdeolojîk û felsefî  ve qeyrana hilberîna nuh a tevgera komunîst:

Kapîtalîzm heta niha bi şênberî qet evçend nêzîkî komunîzmê nebûye. Herwiha tevgera komunîst a nûjen jî di dîroka xwe de qet ewçend lawaz neketiye. Qeyrana kûr a tevgera Komunîst jî ji ber vê yekê ye.

Şerê mirovayetiyê bi Covît-19 re dê kengê û çewa xelas bibe bila bibe, dîrok li ser riya barhilgir û dînamîkên cengên çînên nuh dê bilezîne. Tevgera komunist divê ji vê yekê re amade be. Lewra em bi qeyraneka ku pênaseya wê zahmet re rûbirû ne. Qeyraneka wisa ku bi xwe re krîzên aborî, civakî, siyasî û çandî diwelidîne û dê bi qeyrana felaket re biwelidîne jî.

Baş e, tevgera komunîst ji şerên çînî yên sedsala 21. re amade ye gelo? Na! Afirandina nuh a îdeolojîk, teorîk, ramanî ku hemî pêvajoyan, kirûyan, bergirkên afirandî, embargoyan, rastiyên destnedayî di radara Marksîzmê de dike bin mercekê, ji mêj ve ye li deriyên hemî kesên têkildar dide. Felsefe, huner, aborî, dewlet, malbat, netew, siyaset, rêkxistin… di dema ku sosyolojiya van hemiyan seraqet tê guhertin de, komunîst ji mêj ve ye di qada hilberîna îdeolojîk û teorîk de bi vegotina “rêheval Lenîn, Mao, Troçkî, Stalîn wiha got…” nizanim çi, xwe di nava çarçoveyekê de dubare dikin. Ev e qeyrana hilberîna nuh a tevgera komunîst!

Rêheval Lenîn bilîmetê siyasî yê sedsala 21. e. Wî bi riya şopandina hûrgiliyên hemî guherînên civaknasiya siyasetê, afirandina îdeolojîk-polîtîk pêk dianî. Her yek ji me, em dikarin hilberînên Lenîn bi Lenîn re bikin nava nakokiyê, lê ev yek dê ne nakokiya Lenîn be, lê nakokiyên jiyana ku wî bidestxistiye be. Lewra Lenîn bi riya nakokiyên jiyana guherandî, bi saya afirandina nuh xwe dubare nekiriye. Lê belê tevgera Komunîst a Dinê sed sal in Lenîn dubare dikin. Ev jî aliyekî din ê qeyrana tevgera komunîst e.

Ji bo em tekoşînên çînî yên sedsala 21. himêz bikin, bêyî ku rabirdûyê dubare bikin, di bingeha Marksîzmê de, di serî de ji danehevên Lenîn û herwiha ji serokên mîna Che, Mao, Troçkî, R. Luxemburg, Gramscî û hwd. û ji danehev, rengên parzemînî, herêmî û lokal ên tekoşînên çînî yên ku wan tê de cih girtine, divê em çi dersên pêwîst hene hîn bibin, lê divê em dîsa bixwe bin!

Bi kurtî, divê em  veqetandinê û domdariyê bi tevahî bigrin dest. Eynî mîna Lenîn, mîna Mao, mîna Che… û hwd.

Piştî Koronavîrusê her kirû; çi ekonomîk, siyasî, civakî, çandî û leşkerî be, her tişt ji nuh ve dibe xwedî naverok û tê guhertin û dê were guhertin jî. Di mişraqa niqaş û lêpirsînan de li gora şertên doh, îroj sebeba palvedana Sînorên Fizikî yên Dîrokî bo Kapîtalîzmê bêtir zelal dixuye. Di vê çarçivê de, dê trenda “Kapîtalîzm out, sosyalîzm in” bêtir kûr bibe. Bi vê yekê, hilberîna nuh ya berfireh û lêgerîn jî ji vê xalê destpêdike. Tevgera komunîst bi hilberîna nuh ya teorîk-îdeolojîk, bi himêzkirina afirandina bersivên ku guherînê an dê qeyrana xwe li paş bihêle an dê li paş bihêle!

IV-Covît-19, li hevsengiyên hêzên gerdûnî, netew dewletan û gerdûnîbûnê dê çewa tesîr bike?

Piştî derketina Koronavîrûsê pirsa herî sereke ev e: Ev yek li ser trenda gerdûnîbûnê, netew-dewletiyê û hevsengiyên hêzên gerdûnî dê karîgeriyek çewa bihêle? Ji ber ku Covît-19 kapîtalîzma gerdenû him ji hundur ve him ji çeperan dorpêç kir, kumişîna li hundurîn, pirsgrêkên ku di piştevaniya navxweyî ya YE de tên jiyîn û peyva Trump ku di lûtkeya G-20 ya “online” de gotibû “piştî derbasbûna vê nexweşînê, dê ji Çînê hesap were pirsîn”, van pirsên li jor anî rojevê.

Di hevsengiya hêzên ku piştî Cenga Duem a Dinê hat çêkirin de, bi ratênheva her geşedana leşkerî, ekonomîk û siyasî ya girîng re çerixîn pêk hatin. Covît-19, çi di navbeyna Çîn û DYE de, çi jî di navbeyna Rûsya (Tifaqa Şengayê) û NATO de be, ji aliyê hevsengiyê de nîşanên ku dê ew bibe sebebê hin guhertinan hene. Ji niha ve em dikarin hin encamên ku tên dîtin bi kurtî wiha vebêjin:

a–Tezên M. Hardt û A. Negrî ku naveroka “împaratoriyê” mîna “Komareka Demokratîk” û DYE jî mîna “împaratoriyeka nûjen” dida pêşkêşkirin, jixwe mirî hatibûn afirandin. Covît-19 jî bizmarê dawî di darbesta wan de diçikîne.

b–Di van 25 salên dawî de, cihên hesappirsîna tewereyên hêzên Rojava û Rojhilatî ku pêşengiya wan Emerîka û Rûsya dikin, qadên Asyayê ne. Ger em vê yekê jî bigrin ber çavan; wisa tê dîtin ku piştî Covît-19ê, ji aliyê gerdûnî ve veguhestina xala giraniya hêzên siyasî û aborî ya ji Rojava ber bi Rojhilat (Asyayê) ve dê bidome.

Ji salên 1990î û vir ve bi tevgera cihguhestina pîşesaziyê, Çîn veguherî mîna kargeheke gerdûnî. Ji niha û pê ve rewşa reel a kargeha xeta Misir-Vîetnam-Çîn ku navenda wê Çîn e, di aboriya Dinê de dê bi hêztir bibe.

c–DYE, şerê li ser bidestxistina serweriya Ewrasya ku piştî Cenga Sar stratejiya wê ya 40 salan bû, dê winda bike û dê lezê bide pêvajoya paşvekişîna xwe ya wî aliyê Atlantîkê. Çîn di qada navnetewî de bi DYE re ne bi awayek leşkerî lê di qada aboriyê de, ango mîna Hêzeke Nerm dê kayişkêşanê bike. Jixwe gava di serî de dest bi kayişkêşana gerdûnî kir, ne bi awayek leşlerî, amadekariya stratejiya hêza xwe ya aborî kir ku ew li ser bingeha prensibê  “biserketina bêşer” bû. Ev prensîbek hunera cengê bû ku ji alî Sun Tzu ve hatibû pêşniyarkirin.

d–Lawazbûna hêza DYE/YE, nayê wateya ku nûnerên despotîzma Rojhilatê Rûsya û Çîn dê bibin serkeftiyên sedsala 21. Jixwe dê nebin jî. Heke ev her du dewlet di demek nêz de bihêz bibin jî, gelên Rûsya pir zahmet e ku desthilata Pûtîn a ku versiyona Xiristiyanî ya despotîzma Rojhilatê temsil dike heta sala 2036an hilgire. Û herwiha Ger Partiya Komunîst a Çînê jî di rejîma leşkerî ya xweser û Fordîst ku li jor bi taybetmendiyên sedsala 20. re hevkêş e, li jêr jî ger di kapîtalîzma dirinde de pêkolî bike, nikare li piya bimîne.

e–YE çareseriya arîşeyên hundurîn ku her diçe giran dibin, di vegerîna qewareyên netew-dewletê de nabîne. Ango yên ku dibêjin “hun dibînin çewa YE belav dibe û xwesteka vegera li netew-dewletê xurt dibe?”, di demek kurt de dê bibînin ku çewa xeletî kirine! Niha trenda sereke gerdûnîbûn e. Lê, ya ku xitimiye gerdûnîbûna kapîtalîst e. Dibe ku ji ber vê qeyranê meyldariyên netew-dewletê di dema nêz de xurt bibin, lê belê di dema navgînî-dirêj de, ew dê li hember trenda gerdûnîbûna nuh têk biçin.

Û bi derketina Covît-19 re, di dema nêz de her çiqas dengên xwesteka “dewletek bihêz” bilind bibin jî, di dema navgîn-dirêj de trenda “dewletek biçûktir, azadiya berfireh” dê xurt bibe.

f-Şoba Koronavîrus gava mirovan di nava cih û malan de di karantînaya mecbûrî de girt, pêdiviyên jiyanî yên gel mîna pîvaz, kartol, arvan, av, firingî, kareba, tendurustî û perwerdeyê jî anî xala sereke ya rojevê. Bi vî awayî pihêt dibe ku, di sedsala 21. de sektora çandiniyê dikeve rewşeke stratejîk.

Seba ku Covit-19 qerta sor nîşanî civaka kapîtalîzma “bikar bîne, bavêje û biqedîne” da, ew dê di mêjiyê bi milyaran însanan de bo felsefeya “bihêlin bila bikin, bihêlin bila derbas bin” a Adam Smith dê rûpela lêpirsînê veke. Ev lekolîn, sosyolojiya ekonomiya komunal dê di serê karker û xebatkaran de binexşîne. Ev sosyolojî, hilberîna pêdiviyên jiyanî ku dê bi sînorên fizîkî yên çavkaniyên xwezayê re jî aştiyane bin dihundurîne.

Wekî gotina dawî; Covît-19, encama “hirçê bikeve nava firaqan”, di qewareya gerdûnî de di nava sîstema kapîtalîst de pêk tîne.  Ev hirç dê kengê û çewa ji dikana firaqa derkeve jî ne diyar e. Mirovayetî heyirî maye! Baronên teknolojiyê ku digotin qaşo “em dê çiyayan qul bikin”, “riya çeman buguherînin”, niha şaşwaz in û ji tırsa qutufîne! Werin ji vî aliyî ve jî tuxubên fizîkî-dîrokî yên kapîtalîzmê û şaristaniya wê bibînin! Kesên ku bixwazin, dikarin bibînin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

WordPress spam blocked by CleanTalk.